Print this page

Gundekî Helebê hat bombarankirin: 42 kuştî

Rojava News: Wezareta Berevaniya Amerîkayê da xuyakirin, ku firokeyên wan yên şerker êrîşî ser navendeke çekdarên El-Qaîde li gundekî rojavayê Helebê kirine, xelkê wê deverê jî dibêjin zêdetirî 40 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Duh bi şev balafirên bê firokevan ên Artêşa Amerîkayê, gundê El-Cîne li gundewarê rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Rêxistina Çavêdriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye, di vê êrişê de 42 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Berdevkê Pentagonê John Thomas ragihand, ku firokeyên wan navendeke civîna çekdarên El-Qaîdeyê kirine armanca êrişên xwe, ku di encamê de bi dehan çekdar hatine kuştin.

Berdevkê Pentagonê ev yek jî anî ziman, ku derbarê kuştina welatiyên sivîl di wê êrîşê de, ti agahî li ber destê wan tune y, lê xelkê gundê Elcîne û rojnamevanên xwecihî, dîmenên piştî êrîşê belav kirine, ku têde derdikeve ku mizgevtek ketiye ber wê êrîşê de û li gor xelkê deverê 42 welatiyên sivîl hatine kuştin.

Fermandeyiya Navendî ya Hêzên Amerîkayê li Rojhilata Navîn (CENTCOM) jî ragihandiye, ku armanca êrişa firokeyên wan bombebarana navendeke terorîstên Elqaîdeyê bûye.

CENTCOMê red kir, ku êrişa ser mizgevta li gundê El-cîne armanca wan be û ji aliyê wan ve hatibe kirin.

Gundê El-Cîne di bin kontrola çekdarên Cebhet El-Nusre de ye, ku niha navê Desteya Rizgarkirina Şamê li xwe dike.