Print this page

Şamê daxwaza serdana De Mistura red kir!

17:28:58

 

Rojava News: Hat îdiakirin hefteyekê berî pêkanîna Cenevê ku tê plankirin hefteya bê pêk were, Nûnerê Taybet ê NYyê bo Sûriyeyê Staffan De Mistura xwestiye serdana Şamê bike lê hatiye vegerandin.

Li gorî agahiyên Sputnikê, De Mistura xwestiye ku berî civîna Cenevê ya tê plankirin ku di 23ê Adarê de bê lidarxistin, serdana Sûriyeyê bike. Hikûmeta Sûriyeyê ji ber De Mistura ti sedem nîşan nedaye, ev daxwaza wî red kir.

Herwiha çavkaniya navborî got, "De Mistura ji bo îro û sibe wek mirovê nexwestî hat pejirandin'.