02:18:03
Rojava News: Hêzên Amerîkayê operasyoneke esmanî li ser bajarê Tebqa ya bi ser Reqayê pêkanî, tê de 100 serbazên wê welatî beşdarbûn, di encama wê operasyonê rêya di navbera Reqayê û bajarê Helebê de hate kontirolkirin.
Li gor nûçeyeke bilez a K24ê îro, Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî bi serokatiya Amerîkayê li dijî DAIŞê di çarçoveya operasyona rizgarkirina Reqayê êrîşeke esmanî li ser esmanê bajarê Tebqa ku bi ser bajarê Reqayê li Sûriyê ye.
Li gor ku, hatiye ragehand di wê operasyonê de 100 serbazên Amerîkayê beşdar bibûn, di encama wê operasyonê rêya di navbera Reqayê û bajarê Helebê de hate kontirolkirin.