Print this page

Berpirsekî Hevbendiyê: Cêbicêkirina Veguhestina Siyasî Kilîta Hemû Kêşeyan e

7:47:49 PM

Rojavanews: Endamê desteya siyasî ya Hevbendiya Niştimanî ya hêzên şoreş û rikberiya Sûriyê, tekez kir ku cêbicêkirina veguhestina siyasî bi rêka danustandinên niha li Cinêv dibin ew kilîta hemû kêşeyan e.

Yasir Elferhan, endamê desteya siyasî di daxuyanieyek taybet de got ku "em qebûl dikin ku şanderê navdewletî Stîvan Dî Mestora zêdetir giringiyê bide li ser biryara encûmena asayîşê hejmar 2254, ku bibe bingeh bo kar, lê bi mercê ku biryarên din pûç neke", û got "em dixwazin bikevin di naveroka danustandinan de bê ku em guhdariyê li behaneyên Rijêmê bikin".

Ferhan tekez kir ku rizgarkirina Sûriyê ji terora DAIŞê nabe bê " ku li pêşiyê em Sûriyê ji Esed û rijêma wî rizgar bikin".

Herwiha ku duhî gereke nû ya danustandinên Cinêv dest pê kir, hevdem li gel şerên dijwar yên artêşa azad li Şama paytext ji bo rakirina dorpêça li ser herdu taxên Qabûn û Berzê.

Ferhan bal kişand ku şoreşger berevaniyê di ber gelê xwe de dikin ji bo rê li guherandina demografîk ya nijadperestî ya rijêma Esed bikar tîne bigirin, û herwiha ji bo rizgarkirina welat ji terora Esed û DAIŞ û milîsên Îranê, û diyar kir ku Rijêm niha amadekariyan dike ji bo koçberkirina bi hezaran ji xelkê Sûriyê ji Xûta herwek heman koçberkirina li rojhilatê Helebê û taxa Elwe'r û  navçeyên din.

Berpirsê Hevbendiyê cext li ser wê yekê kir ku ev yek "tawanek şer e, û digehêje astê tawanên qirkirinê û ticarî  gelê me derbarê vê bûyerê bêdeng namîne".