12:25:35
Rojava News: Nûnerê Sûriyê di hevdîtinên Cinêv-5 de Beşar Ceiferî diyar kir, ku êrişên vê dawiyê yên dijbereya Sûriyê, bi tyabet ên li Şamê, li gorî dem, form û naveroka xwe de balkêş in.
Serokê şanda Hikûmeta Sûriyê li Cinêvê Beşar Ceiferî piştî civîna bi Şanderê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî yê bo Karûbarên Sûriyê Steffan de Mistura re konfranseke rojnamevanî li dar xist.
Beşar Ceiferî ragihand, ku êrîşên vê dawiyê yên çekdarên Dijbereyê di aliyê dem, form û naveroka xwe de balkêş in.
Ceiferî herwiha got, Encumena Asayişa Navdewletî, Eniya Nûsre terorîst dibîne, lewma her kesê ku pêwendî pêre bike terorîste û çi hikumeta kû piştevaniya Nusrajî bike weke kû piştgiriya terorê dikeye.
Ceiferî got:
“Weke hûn dizanin, ev gera 5em a Cinêvê ligel tundkirina êrîşên xwe ji aliyê Bereya Nûsre ya terorîst û grûpên din ên terorîs ku di bin siya wê de kar dikin dest pê kiriye.
Ev ne cara Yekem e ku êrîşên terorîstan hevdem dibe ligel her însyatîfeke siyasî yan jî gerên danûstandinan li Cinêv û Astana, lê êrîşên vê dawiyê balkêş in di wext ,form û naverokê de, vê carê ji taxa Cober a Şamê Bereya Nûsre, Feyleq El-Rehman û Ceyiş El-Îslam êrîşên xwe pêk anîn.
Ev grûp weke ji bo we hemûyan zelal e ku şerê Artêşa Erebî ya Sûriyê dikin û di navbera xwe de jî şer dikirin, ew jî li gor rênimayiyên aliyên ku wan bi kar tînin, lê dema ku ferman ji wan aliyan bo van grûpên terorîs hat, ku di nav Bereya Nûsre de cih digrin, dijberên doh, êdî bûn şirîk, ji xwe paşxana gotina min heye, ji ber ku Encumena Asayişê, Bereya Nûsre ya terorîst xistiye lîsta terorê. Lewma her kesê ku
pêwendî pê re bike, terorîst e û çi hikumetek ku piştgîriya vê bereyê bike û grûpên ku alîkariya wê dikin, ew piştgiriya terorê dikin.
Lewma gotina ku rêjîma Tirkî, rêjêma Siûdî ,Qeterî, Fransî, Birîtanî Urdinî û Îsraîlî ku pêwendî bi Bereya Nûsre dikin, êdî nebûye pirseke kîmyayî ku zehmet be were çareserkirin.
Piraniya grûpên ku ligel Bereya Nûsre di êrîşên li ser rojhilatê Şamê û gundewarên Hemayê de beşdar bûne, ew grûp di civînên Astana de beşdar bibûn.”