Print this page

Itîlafa Nîştimanî biryara dûrxistina Fereh Etasî da

Rojava News: Bi behaneya ku Fereh Etasî di civînan de amade nabe û ew paşketiye, Itîlafa Nîştimanî ya Sûriyê bi koma dengan biryar da ku Fereh Etasî ji endamtiya encumenê bê dûrxistin.

 

Encumena Itîtîlafa Nîştimanî ya Sûrî aşkere kiriye ku, Desteya Bilind li gor Peyrewa Navxwe ew biryar der kiriye.

 

Eve di demekê de ku Fereh Etasî beriya niha jî çendîn caran di sala 2013`an de nameya destjikarkêşana xwe nivîsîbû û li ser rûpela xwe ya Facebook`ê belav kiribû.

 

Hêjayî gotinê ye ku Fereh Etasî beriya destpêkirina Şoreşa Sûriyê li Emrîka dijî.