Print this page

Jiyana 400 hezar kesî li Reqayê di metirsiyê de ye

5:47:01 PM

RojavaNews: Rêxistina Netewên Yekbûyî ragihand ku, ew dilgirane li barê parastina jiyana 400 hezar kesê sivîl li deverên li dora û hindirê bajarê Reqayê, nexasim piştî raportên libarê operesyonên leşkerî yên li Reqa digerin hatin.

Ji aliyê xwe ve Ferhan Heq berdevkê sekreterê giştî yê Netewên Yekbûyî ragihand û got:"Ta niha rapor li barê kuştin û birîndarbûna bi dehan ji sivîlên bajêr û wêranbûna avahiya bingehîn di nav wan de dibistina û nanbirêj û bazirgeh û bargehên avê hatine, û nêzîkî 35 da40 hezar kesî hatine kustin".

Tê zanîn ku operesyonên şervanên Hêzên Sûriya Demoqratîk nêzîkî bajarê Reqayê dibin, himber çekdarên Daisê li gundewarê Reqayê.