12:24:13
Rojava News: Serokê Şanda Opozîsyona Sûriyê ji Cenêvê ragehand ku, rejîma Sûriyê li ser kuştin û koçberkirina welatiyên sivîl li Sûriyê berdame.
Di kongreyeke rojnamevanî de ku, tê de Nûnerê Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê(ENKS) di Itîlafa Sûriyê de Fûad Elîko jî amade bû, Serokê şande Opozîsyona Sûriyê Nesir Herîrî ragehand ku, tevî dberdewamiya danûstandinan bo dîtina çareseriyeke siyasî ji kirîza Sûriyê rejîma Sûriyê heta niha li ser kuştin û koçberiya welatên sivîl li deverên bin destê opozîsyonê de berdewam e.
Herîrî da zanîn ku, îro ew bi nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura hevdîtin pêkanîbûn û ew civîn erênî bû, diyar kir ku, ewê li ser danûstandinan berdewam bin.
Gera Cenêv-5 di 24ê vê mehê derbarê kirîza Sûriyê di navbera çanda rejîma Sûriyê û opozîsyona wê bi serperiştiya Neteweyên Yekbûyî de destpêkirin.