Print this page

Dijbereya Sûriyê: Rejîma Esed dixwaze bi êrişan danûstandinên Cinêvê têk bibe

9:05:04 AM

RojavaNews: Serokê şanda Dibereya Sûriyê Nesir Herîrî di konferansa rojnamevanî de ragihand, ku ew tekezî li ser veguhestina siyasî dikin, lê rêjîma Sûriyê bi êrîşên xwe li ser xelkê sivîl dixwaze Cinêv-5 têk bibe.

Herîrî ku li Cinêvê dipeyivî, da zanîn, ku Artêşa Sûriyê di çend rojên derbasbûyî de, rokêtên ku gaza Kilor têde bûn, li dijî taxa Qabûn a Şamê bikar anî.

Herîrî li ser êrişên hêzên ser bi hikûmeta Sûriyê bo ser deverên cuda cuda yên Sûriyê û xelkê wê got:

“Rêjîma terorê, rêjîma Esed di rojên derbasbûyî de rokêtin ku gaza kilor têde ne, avêtin taxa Qabûn ku di encamê de sivîlek şehîd bû û 35 jî birîndar bûn.

Li Zemelka çend êrîşên asmanî pêk anîn ku bû sedema şehîdbûna sê welatiyan ku zarokek jî di nav wan de heye.

 

Li bajarokê Teybe yê Deraa jî, balafirên şer çar caran êrîş pêk anîn û di encamê de 2 welartiyên sivîl şehîd bûn, Li Idlibê jî rêjîm û hevpeymanên xwe çekên enqûdî avêtin cihekî ku tije xelkê sivîl in, sê zarok şehîd bûn û çend kes jî birîndar bûn.”

Herîrî amaje bi amara kuştî û birîndaran êrişên herî dawîn ên Artêşa Sûriyê jî kir û diyar kir:

“Ji destpêka danûstandinên vê gerê ve, rêjîma û hevpeymanên xwe 152 sivîl kuştin ku di nav de 19 zarok û 29 jin hene.

Herweha hêzên rêjîm ji vê gerê û heta niha êrîşî 26 navendên sivîl, di nav de 6 navendên tenidirûstî , bazarekî milî û 2 dibistan hene.

Ji 23 sibata 2017 ve, zêdetirî hezar kesên sivîl li Humis, Derya, Heleb Hema û gundewarên Şamê şehîd bûne.”

 

Serokê şanda Dijbereya Sûriyê di Cinêv-5 de destnîşan kir, keseên sivîl ji sedî 94 ji hejmara qurbaniyên û şehîdên ji ber van êrîşên tawankar pêk tînin.

Herwiha Nesir Herîrî derbarê çarenisîva Beşar Esed û helwesta Amerîkayê li ser vê mijarê de jî ragihand, ku Amerîka helwesta xwe neguhertiye û nabe rola Beşar Esed û rêjîma wî di qonaxa veguhestinê de hebe.

Herîrî di berdewamiya axavtina xwe de tekez kir:

“Ji xwe te ji bîr kir, heman kesê behsa çarenivîsa Beşar Eesed kir, gotibû Beşar Esed tawankarê şere, tawankarê şer jî çarenivîsa wî dadgeh û lêpirsîne, ya duyem jî, em bi riya pêwendiyên xwe yên fermî helwesta Amerîka dizanin, em dizanin heta niha ti gunertineke bingehîn di helwesta Amerîka de derbarê Beşar Esed de tine ye.

 

Xala sêyem, Amerîka berê xwe dide şerê li dijî terorê û kêmkirina pêgeha Iranê li navçeyê, em dizanim û hem kes dizane û em dixwazin wan qanih bikin ji bo ku zanibin ku em nikarin şerê terorê li Sûriyê bikin, bê ku em sedemên ku hişt teror derkeve, çareser bikin.”

Derbarê daxuyaniya Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Genadî Gatîlov de ku piştî hevdîtina duh a bi şanda Dijbereya Sûriyê re gotibû,  di civînê de wan behsa çarenivîsa Esed ti axavtinek nekiriye, Herîrî da zanîn: “Belê gotina Gatîlov, ku ew dibêje li ser çarenivîsa Esed ranewstiyan, lê me got ev helwesta me ya siyasî ye, xelkê Sûriyê ne li benda ti biryarekî ye ji çi aliyekî ve be. Dema ku xelkê Sûriyê derket, ji bo ku îradeya xwe nîşan bide derket. ew bi tenê diyar dike ku çi dixwaze, û biryar daye ne rola Beşar Esed û ne jî zilamên wî di qonaxa veuhastinê de cih bigirin