Print this page

Koşka Spî: xelkê Sûriyê dê li ser çarenûsa Beşar Esed biryara xwe bide

9:14:44 AM

 

RojavaNews: Berdevkê Koşka Spî Sean Spicer ragihand, divê rastiya siyasî ya Sûriyê were qebûlkirin û herwiha diyar kir, xelkê Sûriyê dê li ser çarenûsa Beşar Esed biryara xwe bide.

duh 31ê Adara 2017an Berdevkê Koşka Sipî Sean Spicer konferanseke rojnamevaniyê li dar xist.

Sean Spicer di daxuyaniya xwe de ragihand: “Divê Amerîka vê rastiya siyasî qebûl bike ku çarenûsa Serokê Beşar Esed girêdayî xelkê Sûriyê ye.”

Di konferansê de Sean Spicer bal kişande ser rêveberiya Obama û got: “Li ser mijara Esed rastiyeke siyasî heye ku divê qebûl bike. Di serdema rêveberiya berê de li ser Esed, me gelek fersend ji dest da.”

Spicer diyar kir, pêwîst e Amerîka li herêmê, bala xwe tenê bide ser têkbirina DAIŞê û got: “Li Sûriye û Iraqê  armanca sereke ya Amerîkayê têkoşîna li dijî terorê û bi taybetî jî têkbirina DAIŞê ye.”