Print this page

Sûriyê êrişa Xan Şêxûnê şermezar kir

14:21:35

 

Rojava News: Wezareta Karên Derve ya Sûriyê red kir ku artêşa Sûriyê êrişa bi çekên kîmyewî ya li bajarokê Xan Şêxûna Îdlibê pêk anibe û îdia kir ku rêxistina DAIŞ û El Nûsrayê ew çekên kîmyewî bikar anîne.

4ê Nîsanê bajarokê Xan Şêxûn tûşî êrişeke bi çekên kîmyewî hat û di encamê de zêdetirî 100 kesî canê xwe ji dest da û nêzîkî 500 kesî birîndar bûn.

Bi gotina xelkê deverê û aliyên dijbereya Sûriyê balafirên hikûmeta Sûriyê bi vê êrîşê rabûne.

Wezîrê Karên Derve yê Sûriyê Welîd Muelim jî derbarê kîmyabarana bajarokê Xan Şêxûn a bi ser Îdlîbê ve daxuyanî da.

Welîd Muelim tawanbarkirinên li dijî hikûmata Sûriyê red kirin û êrîşa navborî şermezar kir û ragihand ku çekên kîmyewî ji Tirkiye û Iraqê hatine anîn û ji aliyê rêxistinên tundra ve hatine bikar anîn.

Muelim herwiha got Şamê Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) ji vê mijarê agahdar kiriye.