Print this page

Hejmara kuştiyên Reqqayê gihîşte 20an

22:48:27

 

Rojava News: Hejmara kuştiyên sivîl ên bajarê Reqqayê ku balafirên şer ên koalîsyonê ku Amerîka pêşengiya wê dike bombebaran kiribûn gihîşte 20an.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Dewleta Sûriye ya SANAyê, balafirên şer ên koalîsyonê navçeya Huneyda ku dikeve rojavayê Reqqayê bombebaran kiribû û di bombebaranê de kuştiyên jin û zarok jî hebûn.

Koalîsyona navneteweyî piştgiriya hewayî dide Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) ku li dijî rêxistina terorîst a DAIŞê tekoşînê dimeşîne. Koalîsyona ku Amerîka pêşengiya wê dike berê jî di operasyonên Iraq û Sûriyeyê de bibû sedema kuştinên sivîl.