Print this page

Firokeyên Sûriyê dikevin bin siya Rûsyayê

12:52:11

 

Rojava News: Rêjîma Sûriyê firokeyên xwe yên şer vediguhêzîne bingeha Himêmîm ya li laziqiyê ya di destê Rûsyê de.

Opozîsyona Sûriyê ragihand, ku piştî êrîşa Amerîkayê li ser bingeha Şuayratê, rêjîma Sûriyê firokeyên xwe yên şer veguhestin bingeha Himêmîm ji bo wan ji êrîşan biparêze.

Rûsyê duh ragihandibû, ku ewê çend rêyan bigre ber, ji bo bihêzkirina berevaniya esmanî yên rêjîma Sûriyê, di nav wan rêkaran de jî bihêzkirina sîstema mûşekî yê 300 û 400, ku erkê wan parastina hebûna Rûsya li Sûriyê ye.

Herwiha ev yek di demekê de ye, ku keştiya mûşekavêj a Rûsî ya bi navê “Admiral Grigorovîç“ ji deryaya reş ber bi deryaya Spî ve birê ket, ku berê wê beravên Sûriyê ye.