12:55:58
Rojava News: keştiya mûşekavêj a Rûsî ya bi navê “Admiral Grigorovîç“ ji deryaya reş ber bi deryaya Spî ve bi rê ket, û berê xwe da beravên Sûriyê ye.
Ajansa “Sputnîk” a rûsî belav kir, ku ew keşteya Rûsî vê carê mûşekên ji curê “Caliber” li xwe digre, ku dikare bi dûrahiya 300 k.m armancên xwe pêk bîne.
Duh Wezareta Bergîriyê ya Rûsyayê raghandibû, ku ewê bingehên serbazî li Sûriyê bihêz bike, piştî operasyona Amerîkayê li ser bingeha Şuayrat a leşkerî li Sûriyê.
Ji aliyê xwe ve, pisporê leşkerî Broxîn Tîbîyîn amaje bi wê yekê kir, mûşekên Tomahok ya Amerîkî ya ku firokxaneya Şuayrat pê hatiye armanckirin, ti metirsiyê li ser keştiya “Admiral Grigorovîç” çê nake, ji ber ku Tomahok ne ji bo armancên deryayî ne.
Piştî bombebaran kirina gundê Xan Şêxûn bi çekên kîmyawî ji aliyê rejîma Sûriyê ve, di encam de 100 kesan canê xwe ji desta dan û 500 kesên din birîndarbûn Amerîkayê weke karvedaanekê êrîşeke esmanî li ser firokxaneya El- Şiêrat a Sûriyê pêkanî.