13:43:13
Rojava News: Rêberê Tevgera Sedr hişyarî da serokê rejîma Sûriyê û behsa çarenivîsa serokê Lîbyayê kir.
Rêberê Tevgera Sedr Muqteda El-Sedr bersiva pirseke alîgirên xwe da û ragehand, ew ji bo serokê rejîma Sûriyê Beşar Esad jî çarenivîsa wî wek a serokê Lîbyayê Muamer Qedafî lê neyê daxwaza dest li kar kêşanê ji Esad kiriye.
Herwaha ragehand, tenê daxwaza dest li kar kêşanê ji Beşar Esad nekiriye, berî naha jî daxwaza dest li kar berdanê ji serokê Yemenê Ebid Rebe Hadî Mensûr û ji xelîfê şahê Behrênê Hemed Bîn Îsa jî kiriye.
Rêberê tevgera Sedr carek din daxwaza dest li kar berdanê ji serokê rejîma Sûriyê kir, ku ew vê yekê wek çareseriya herî baş dizane bo bi dawî kirina krîza gelê Sûriyê jiyan dike.