13:50:34
Rojava News: Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyaniya xwe de ragihand ku li herêma Guta ya Sûriyeyê pêwistiya 400 hezar însanî bi alikariya lezgîn heye.
Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric di daxuyaniya xwe got: "Li rojhilatê Gutayê 400 hezar însan di dorpêçê de mane, berî ku rewş aloz û girantir bibe divê dost, heval û partnerên me destên xwe dirêjî vir bikin."
Stephan Dujarric di civîna xwe ya çapamenî de got: "Li derdora Şamê li herêma rojhilatê Gutayê nêzîkî 400 hezar sivîlî di dorpêçê de maye û her diçe em ji bo rewş û ewlehiya wan dikevin metirsiyê. Beriya ku rewş giran û aloztir bibe divê partnerên me destên alîkariyê dirêj bikin."
Dujarric di dirêjiya axaftina xwe de got: "Neteweyên Yekbûyî herî dawî cotmeha sala borî pêwendî bi Gutayê re danî bû. Gelek nûçeyên ku di encama topbaranê de sivîl jiyana xwe ji dest didin ji me re tên. Hêzên hikûmetê ji meha adarê ve nahêlin kamyonên bazirganî têkevin Rojhilatê Gutayê, lewma buhayê xaz, petrol û pêwistiyên zerûrî pir zêde bûye û ji ber nebûna ard hemû firin hatine girtin."