Print this page

De Mistura: Armanca min ya dawî yekbûna Sûriya ye

12:50:38

 

Rojava News: Şanderên navwelatî bo Sûriya "Staffan Di Mistura" di ragihandinên xwe de ji rojnamevanan re li navenda rêxistina Netewên Yekbûyî li new York, diyar kir ku armanca wî ya mezintirîn ewe yekbûna Sûriya.

Di Mistura herweha diyar kir ku pêwîste niha alîkarî ji karên polîtîk re li şûriya bê pêşkêşkirin, nabe em karên xwe ji destpêkê ve dîsa vegerînin cimkî beriya niha biryara me heye ya 2254 ya sala 2015an, li barê karên guhestina desthilatiyê li Sûriya, lê her dimîne armanca me yekbûna Sûriya.

Di heman mijarî de Di Mistura diyar kir ku divê pêsî agir li Sûriya raweste û alîkarî ji kocberan re bê pêşkêşkirin, û paşê em derbasî gotûbêjên Cinêvê ya şeşem bibin.