Print this page

Topbarana Rêjîmê li ser Idlibê berdewam e

13:05:35

 

Rojava News: Heşt kes şeva bûrî li bajarê Cisir şixûr yê gundewarê idlibê birîndar ketin, di encama êrîşen Sîmanî de ji hêla Balafirên Rêjîma Sûriya.

şeva bûrî sê balafirên şer yên Rûsiya bajarê Cisir şixûr û dora wê bi topên Goşeyî û Mûşekên valahî û herweha topên Napalm topbaran kirin, û di encam de heşt welatiyên sivîl birîndar ketin ji wan du jin û yek zarok, tevlî wêraniya li avahiyan ket.

Ji hêla xwe ve milîsên pişgirê Rêjîma Sûriya li bajarokên Kifreya û Fûaa bi çeken giran bajarê Mearet Misrîn êrîş kirin, bê agahî li barê qurbaniyan bên.