11:24:14 AM
RojavaNews: Li Koşka Spî ya Amerîkayê bi armanca beşdariyê di şerê kontrolkirina bajarê Reqayê de, mijara şandina 50 hezar leşkerên amerîkî ber bi Sûriye ve tê lêkolîn dikin
Li gor rojnameya New York Times a Amerîkayê niha Koşka Spî pirsa şandina 50 hezar leşkerên Amerîkî ber bi axa Sûriyê ve gengeşe dike , ew gav jî di çarçoveya beşdariya li pêngava kontrolkirina bajarê Reqayê û derkirina DAIŞê ye
Herwiha Şêwirmendê Asayişa Netewî ya Amerîka Herbert McMaster tekez kirk u, ew li gel wê yekê ye ku, hêzeke Amerîkî ber bi Sûriyê ve were şandin,û da zanîn ku, ew pêşniyar ji aliyê rêveberiya Donald Trump hîn cihê dudiliyê ye
Tê zanîn ku, şandina wê hejmarê ji leşkerên Amerîka di çarçoveya piştevaniya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)ê di operasyona kontrolkirina Reqayê de ye
Berî demekê Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê(Pentagon) ragehandibû ku, nêzî 900 leşkerên amerîkî li Rojava û Bakurê Sûriyê hene.