13:29:56
Rojava News: Balafirên Hevpeymana Navwelatî bi serokatiya Amerîka roja bûrî hejmarek ji leşkerên xwe di navçeyen navbera Dêrazorê û Reqa de li deveren di bin destê daiş de daxistin.
Ajansa nûçeya ya Almanî li ser zimanê jêderên xwecih yê Sûrî diyar kirin ku balafirên hevpeymana Navwelatî leşkerin nêzî astgeha T2 li başûrî bajarê Meyadîn daxistin, û guman kirin ku wan leşkeran xal û depoyen çeken Daiş êrîş kirin.
Herweha heman jêderan diyar kirin ku hevpeymanê zêdetie şandin bi ser navçeyên Bûkemal, meyadîn û Xeranîc de li gundewarê rojhilatî Dêrazorê.