Print this page

Balafirên Rûsî bajar û bajarokên Idlibê armenc kirin

13:11:23

 

Rojava News: Balafirên şer yên Rêjîmê bi roketên valahî û yên hejînî bajarokê Maret El-Numan li gundewarê Idlibê yê başûr topbaran kirin.

Di encama topbaranê de çar zarok hatin kuştin û heft kes birîndar ketin, di dema ku hêzên peresdariya sivîl hewl didin ku birîndaran ji jêrî kavilan derxînin.

Herweha balafirên Rûsî taxên bajarokê Helûz û bajarê Cisir El-Şixûr li gundewarê Idlibê topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.