13:31:31
Rojava News: Îro êvarî li gundewarê bakurê Reqayê welatiyekî canê xwe ji dest da û bi dehan jî birîndar bûn , di encama topbarana balafirên Hevpeymaniya Navdewletî li gundê Ebara
Êrîşên ezmanî dibistana gund armanc kirin, û dibistan bi tevahî hat ruxandin , û Hêzên Sûriya Demokrat gundê Reheyat li bakurê Reqayê kontirol kirin
Herweha balafirên Hevpeymaniya navdewletî çend êrîş birin ser taxa pêşî ji bajarê Tebqayê , di demekê de ku HSDê ber bi taxên bajêr ve diçe
Tê zanîn ku di hefteya bûrî de wezareta berevaniya Amerîkayê Pêntagon di daxuyaneya xwe de tekez kir ku di şerê li dijî DAİŞê de bi kêmanî 229 welatî di êrîşên ezmanî de hatine kuştin.