12:15:19
Rojava News: Bajarê Meret Hirmê ku di bin kontrola hêzên dijbereyê û Desteya Rizgarkirina Şamê de ye, rastî çend êrişên esmanî hat û di encamê de hejmarek ji welatiyên sivîl hatin kuştin û birîndarkirin.
Bajarê Meret Hirmê li parêzgehê Idlîbê ji aliyê balafirên şerker ên hikûmeta Sûriyê ve hat bordumankirin û nexweşxaneya gundekî Idlibê hat wêrankirin.
Di heman demê de jî balafirên şerker gundê Şinan yê girêdayê Idlibê borduman kirin, û di encamê de nexweşxaneya li wî gundî hat wêrankirin.
Piştî êrîşê karmendên berevaniya şaristanî berê xwe dan xaniyên ketin berê êrîşê de, û di nav toz, dûman û tariyê şevê de, li jiyaneke asêmayî di nav ban û dîwarên ketî de digerin.
Şev û roj dibin yek, lêgerîn berdewam dike, di kavilan de zarokên birîndar têne dîtin, balafirên şerker gudên Şinan ê Idlibê jî bordman kirin, di encamê de nexweşxaneya ku li wî gundî hatibû avakirin, di bin bandora êrîşan de wêran bû.
Li tevahiya wan deverên ku ji bin destê hikûmetê derketine, êrîşên esmanî têne encamdan, li gundewarê Şamê navçeya Xûteya Rojilat rastî êrîşan tê, li gor van dîmenan derdikeve ku ne bi tenê kevir li ser kevir nemaye, lê endamên malbatê jî hev wenda dikin.