Print this page

Rêjîma Sûriyê balafirên şer li nêzîkî navenda serbazî ya Rûsya vedişêre!

13:32:51

 

Rojava News: Rêjîma Sûriyê ji tirsa Amerîka, balafirên xwe yên şer li nêzîkî navenda serbazî ya Rûsya vedişêre.

Televîzyona CNN ji zarê çavkaniyên serbazî yên Amerîka ragihandiye, Beşar Esed ferman daye balafirên şer yên Sûriyê li navenda serbazî ya “Humeymîm” ya Rûsyayê, ku li başûrê rojhilatê bajarê Lazqiye yê Sûriyê ye, werin komkirin û veşartin.

Li gorî nûçeya CNN, rêjîma Sûriyê ji tirsa Amerîka biryarek wiha daye.

Tê zanîn çend roj berê Amerîka bi mûşekên “Tomahawk” li firokexaneya “Şiêrat” li devera Himsê ya Sûriyê dabû û ziyanek mezin li rêjîma Sûriyê dabû.

Serokê Amerîka Donald Trump gotibû, ji ber ku rêjîma Sûriyê bi çekên kîmyayî êrişî devera Xanşêxûn ya Idlibê kiriye, min fermana wê êrişê da.