Print this page

Plana nû ya Amerîka ji bo Sûriyê eşkere dibe

14:01:43

 

Rojava News: Hat ragihandin rêveberiya Serokê Amerîkayê Donald Trump plan û stratejîya xwe ya derbarê Sûriyê de amade kiriye.

Li gorî Ajansa Associated Press a Amerîkî, rêveberîya serokê Amerîka Donald Trump plana xwe derbarê Sûriyê de amade kiriye. Plan  ji 4 qonaxên sereke pêk tê û jinavbirina DAIŞ, pêkanîna aramiyê, çarenivîsa Serokê Sûriyê Beşar el-Esed û rewşa Sûriyê piştî qonaxa veguhêz di nava wê projeyê de ne.

Ajansa navborî li ser zimanê berpirsekî Amerîkî yê pilebilind veguhestt ku qonaxa yekem ji plana Trump giranîyê dide jinavbirina rêxistina DAIŞê li Sûriyê.

Li gorî heman çavkaniyê, di qonaxa duyem de wê kar ji bo cîgîrkirina aramiyê li Sûriyê were kirin.

Washington dixwaze tevlî hewlên rêkeftinên agirbestê di navbera hikûmet û dijbeeya Sûriyê bibe û hin deverên aram ferz bike û balafirên Amerîkayê û hevpeymanên dê van deveran biparêze.

Li gorî plana Amerîkayê, di vê qonaxê de, wê kesayetiyên sunî deverên sunenişîn birêve bibin û kesayetiyên kurd herêmên Kurdî bi rê ve bibin û hikûmeteke demkî dê vê qonaxê birêve bibe.

Qonaxa sêyem ji planê, qonaxa çarenûsa Beşar el-Esed e. Li gorî planê, divê Esed dest ji desthilatê berde û heger Esed bidilê xwe dest ji desthilatê berneda, divê rê li pêşiya kandîdkirina wî ji bo serokatiyê were girtin an jî wekî tawanbarê şer ji aliyê dadgeha navdewletî ve were xwestin.

Qonaxa çarem ji plana Amerîkayê birêkxistina jiyanê li Sûriyê piştî dawîhatina qonaxa veguhêz e. Derbarê vê qonaxê de, berpirsê Amerîkî hîç zanyarî û hurgilî ji ajansê re eşkere nekirine.

Ji destpêka destbikarbûna serokê Amerîkayê Donald Trump ve, her dem berpirsên birêveberiya wî tekezî li ser pêşgavî û ewiliyeta jinavbirina DAIŞê li Sûriyê dikirin, belku bi eşkereyî jî digotin ku ledana Esed ji ser desthilatê ne pêşgavî û ewlewiyeta Amerîkayê ye.

Li piştî êrişa kîmyawî li Xan Şêxûnê, helwesta Amerîkayê bi şêweyekî berbiçav hat guherîn.

Dibe ku ev xalên ku ji ragihandinê re bi şêweyekî ne fermî hatine eşkerekirin wekî testekê be yan jî naskirina karvedanên aliyên pêwendîdarî kirîza Sûriyê bin, lê bê guman, ji aliyê Amerîkayê û siyaset û stratejiyetên wê ve, Sûriyê li pêş qonaxeke nû ye.