Print this page

Balafirên Îsraîlê bi moşekan êrîşî Sûriyê kir

Rojava News: Li gor ragihandina çavkaniyên leşkerî yên Sûriyê bo Spûtnîkê, balafirên Îsraîlê bi moşekan êrîş bir ser yekîneyên artêşa Sûriyê yên li Kuneytrayê.

Çavkaniya leşkerî ya Sûriyeyî got, "Balafirên dijmin ên Îsraîlê li gor dema herêmî li 18:45an 2 moşek avêtine ser xalên artêşa me ya li girê Golanê yên dagirkirî. Êrîş bûye sedema ziyana madî."

Çavkaniyê diyar kir, êrîş li dema artêşa Sûriyê li Kunaytrayê operasyon li ser terorîstan dikir pêk hatiye.

Wî jêderî da xuyakirin, "Ev çalakî dê têkoşîna dijî terorîstan a artêşa Sûriyê ranewestîne."