Rojava News: Li paytexta Sûriyê Şamê û di encama topbaran û bombebaranê de herî kêm 76 kes hatin kuştin û nêzîkî 200 kesên din jî birîndar bûn.
Li gor çalakvanên Sûriyê, duh balafirên artêşa Sûriyê wek bersivekê li ser topbarankirina çend taxên Şamê ji aliyê hêzên dijbereyê ve, navçeyên li derdora Şamê bi giranî bombebaran kirin.
Rêxistineke Mafên Mirovan li Sûriyê aşkere kir ku di encama bombebarana balafirên artêşa Sûriyê de li navçeyên Xûteya Rojhilat, 66 kes ku di nav de 12 zarok jî hene hatin kuştin û nêzîkî 140 kesên din birîndar bûn.
Bi gotina heman rêxistinê, grûpa bi navê Ceyiş Elîslam ya bi serkêşiya Zehran Elûş duh zêdretirî 120 rokêtan avêt taxên Şamê ku di encam de 10 kes hatin kuştin û 50 kesên din birîndar bûn.
Herwiha ji ber topbaranê, zanîngeha Şamê hat girtin û xelk jî ji malên xwe derneketin.