Rojava News: Wezareta Darayî ya Amerîkayê bi tohmeta pêşxistina çekên kîmyewî ji Navenda Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê ji siza li 271 kesan sepand û xistin lîsteya reş.
Ajansa Reutersê di nûçeyekê de belav kirk u, Wezareta Amerîkî li ser lîsteya toleyan daxuyaniyeke nivîskî belav kir, tê de ragihand ku 271 endamên Navenda Lêkolînên Zanistî ya Sûriyê xiste lîsteya toleyan de.
Herwiha ev biryar wek sepandina toleyên herî mezin ên Amerîkayê hat diyarkirin ku nav û erkên wan 271 kesan jî di lîsteyê de hat ragihandin.
Ji aliyê xwe ve îro, Serokê Amerîkayê Donalid Trump di çarçoveya hevdîtinekê de li gel nûner û balyozên Encûmena Asayîşa Navnetewî ragehandibû ku, Asayîşa Navdewletî nekarî ti tevgerê bike derbarê êrîşa kîmyawî li ser gundê Xanşêxûn ê Sûriyê ji aliyê rejîma wî welatî û got ku, ew yeke bêhêviyeke mezin bû.
Di 7ê vê mehê rejîma Sûriyê bi serokatiya Beşar Esed bi çekên kîmyawî êrîşî gundê Xanşêxûn yê Idilbê kir, di encam de 100 kesan jiyana xwe ji destan.
Amerîkayê jî weke bersivekê li ser wê komkujiyê 59 roketên Tomahok firokxaneya Şiêrat a Sûriyê kire armanc.