11:21:17
Rojava News: Hêzên koalîsyona navneteweyî di daxuyaniya xwe de ragihand ku ji destpêka operasyonên Iraq û Sûriyeyê hetanî niha 352 sivîl di êrişan de hatin kuştin.
Hêzên koalîsyona navneteweyî di daxuyaniya xwe ya nivîskî de got: "Li gorî agahiyên berdest, ji dîroka ku operasyon destpê kirine û heta niha di encama qeza ya êrişên hewayî yên koalîsyonê de 352 sivîl hatin kuştin. Em bi mirina sivîlên ku di encama qezayê de jiyana xwe ji dest dane xemgîn in."
Herwiha Fermandarê Hêzên Navendî yê Amerîkayê (CENTCOM) General Josph Votel di daxuyaniyeke xwe ya hefteya borî de gotibû: "Her çiqas li Mûsilê standardên nûjên jî werin bikaranîn, di êrişên hewayî de rê li ber girtina kuştiyên sivîl pir zahmet e."
Demên borî li Mûsilê di êrişeke hewayî de 200 sivîl hatibûn kuştin û Amerîkayê kuitina wan sivîlan qebûl kiribû û gotibû li ser daxwaza hikûmeta Iraqê me ew der bombebaran kir.