Print this page

Balefirên şer ên Sûriyê 7 nexwaşxaneyan bombebaran dikin!

11:40:17

Rojava News: Balefirên şer ên rejîma Sûriyê 7 nexwaşxaneyên parêzgeha Îdlibê li bakûrê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin.

Rêveberê fermangeha nexwaşxaneyan li rêveberiya tenduristiya Îdlibê Ebdulhemîd Debak ji çapemeniya ereb re ragehand, ew 7 nexwaşxane û binkeyên tenduristî di heyama meha borî de bi awayeke bi bername û plan hatin bombebaran kirin.

Li gor Ebdulhemîd Debak ew nexwaşxane ji kar ketine û xelk bo çareseriya nexwaşiyan serdana nexwaşxane û binkeyên tenduristî yên li gundên Îdlibê yan jî li Tirkiyê dikin.