Print this page

Şandeke dijbereya Sûriyê diçe Astanayê

23:06:18

 

Rojava News: Endamekekî şanda dijbereya Sûriyê eşkere kir, ku dê sibe şanda wan bi serokayetiya Mihemed Elûş biçe Astanaya paytexta Kazaxistanê û beşdarî gereke nû ya danûstandinan bibe.

Endamê şanda dijbereya Sûriyê ya danûstanên Astanayê, ku nexwest navê wî were belavkirin, ji Rûdawê re ragihand, ku dê di civîna vê carê de mekanîzmaya bicîkirina agirbestê û gihandina alîkariyan ji bo navçeyên dorpêçkirî gotobêj bikin.

Li gor hin çavkaniyan, Rûsya projeyek ji bo avakirina deverên aram pêşkêşî opozisyonê kiriye û dê di  danûstandinên Astanayê de were gotobêjkirin. Herwiha tê gotin, ku Rojavayê Kurdistanê ne di nav vê planê de ye.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, Rûsya 4 deverên aram destnîşan kirine, ew jî Idlib, bakurê Humsê, Xûteya Rojhilat û başûrê Sûriyê ne.

Ji aliyê din ve, îro Duşemê 01-05-2017, endamê şanda dijbereya çekdar a Sûriyê Fateh Hassoun ragihand, ku Rûsyayê pêşneyar kirye di nava sînorên hêzên dijbereyê û hikûmeta Sûriyê de, leşkerên welatên sêyem bên danan ji bo ku bûyerên nexwastî rû nedin.

Fateh Hassoun got: “Pêşniyara Rûsyayê ew e, divê hêzên taybet li ser xeta navbera hêzên rejîm û opozîsyonê de werin bicîhkirin. Lê ew dê leşker yên ew welatên din bin, ku ne dûr û ne jî nêzîk ve tekiliya wan bi şerê Sûryayê re nîne.

Bi gotina Hassoun heta niha zelal nebûye ka dê leşkerên kîjan welatan werine bicîhkirin lê liser vê pêşniyara Rûsyayê dê komîsyonek were avakirin.