Print this page

Dijbereyên çekdar ên sûriyeyî li Astanayê ne

13:08:51

 

Rojava News: Dijbereyên çekdar ên sûriyeyî tevlî hevdîtinên aştî yên Sûriyeyê li Astanayê ya tura berê nebibûn. Li gorî zanyariyên muxalifên çekdar ji bo tevlî civînên 3 û 4ê Gulanê bibin gihîştin Astanayê.

Serokê Daîreya Çapamenî yê Wezareta Derve ya Kazakistanê Anuar Jaynakov di axaftina xwe ya ajansa Spûtnîkê de got: " Dijbereyên çekdar ên sûriyeyî ku tevlî hevdîtinên aştî yên meha adarê nebibûn ji bo tevlî civînên 3 û 4ê Gulanê bibin gihîştin paytextê Astanaya Kazakistanê."