12:27:05 AM
RojavaNews: Îro Înê artêşa Tirkiyê piştevaniyeke leşkerî nû şand devera Kilsê ya sînorî, ev yek piştî ku çekdarên DAIŞê ew dever bi topan armanc kirin
Jêderên leşkerî dan zanîn ku karwanekî leşkerî ku ji 13 siwareyên zirxî û mûşekavêj pêk dihat ber bi devera mebest ve hati şandin.
Herweha îro di demek pêştir de Tirkiyê karwanekî tank û siwareyên zirxî ji navenda lîwayê 5emin yê li Entabê, şand devera Kilsê,bi armanca xurtkirina yekîneyên leşkerî yên li ser sînorê di navbera rojava û bakurê Kurdistanê de.