Print this page

Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye

10:15:49 PM

RojavaNews: Serokê nû yê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye hate hilbijartin,Riyad Sêf bû Serokê Hevpeymaniya Opozisyona Suriye, Aliyê Kurd jî piştgiriya Sêf dikir.

Riyad Sêf sala 1946an hatiye dine û demek dirêj e di nav siyaseta opozisyonî ya Suriye de cîh digre. Du caran wekî parlementer di salên 1994an û 1998an di Parlementoya Suriye de hatiye hilbijartin.

Sêf wekî bazirganek navdar ê Suriye jî tê naskirin,Gelek salan nûnerê şîrketa Adidas li Suriye bûye.