11:49:03
Rojava News: Li gorî çapemeniya Sûriyeyê, artêşê li sînorê Libnanê herêma Kalamun Al Garbi ji milîtanan paqij kir û qadeke 113 kîlometroyî xiste bin kontrola xwe.
Li gorî nûçeyê hêzên xwebexş û yekîneyên artêşê yên ku li derdora Şamê bûn herêma Kalamun Al Garbi ji grûbên terorîst paqij kir. Herêma Al Garbi bi herêma Zabadanî ku berê hatibû kontrolkirin re gihandin hev. Bi vî awayî artêşa Sûriyeyê li sînorê Libnanê qadeke 113 kîlometroyî xiste bin kontrola xwe.
Dirêjahiya sînorê Sûriyeyê bi Libnanê re 356 kîlometro ye. Qismekî mezin ê herêma sînor di destê artêşa Sûriyeyê de ye, lê hinek hinek dever jî di bin kontrola milîtanên çekdar de ne.
Rêvebiriya Sûriyeyê berê bi milîtanên ku li herêma Zabadaniyê bûn li hev kir û milîtan bi malbatên wan re bi awayekî ewlehî ew gihandin bajarê Idlîbê û ew li wir bi cih kirin.