11:54:37
Rojava News: Li gorî zanyariyên berdest, Riyad Sêf bû serokê nû yê Hevpeymaniya Opozisyona Suriyeyê. ENKSê jî piştgiriya Sêf kir.
Li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê Riyad Sêf û Xadil Xoce ji bo serokatiya nû ya Opozîzyona Sûriyeyê weke berbijêr bûne reqîbê hev. Di hilbijartinê de bi piraniyan dengan Riyad Sêf li şûna Enes Ebde hat hilbijartin.
Endamên Encûmena Niştamî ya Kurd li Sûrî (ENKS) jî bi hemû giraniya xwe beşdarî hilbijartinê bo serokatiya Opozîzyona Sûriyeyê bû û ji bo hilbijartina serokê nû piştevaniya Riyad Sêf kir.
Riyad Sêf kesekî lîberal e û pêwendiyên wî bi kurdan re jî germ in û demek dirêj e di nav siyaseta Opozîsyona Sûriyeye de cîh digre. Sêf sala 1946 ji dayîk bûye du caran wekî parlementerê Sûriye hatiye hilbijartin.