12:08:17
Rojava News: Hat ragihandin, ku îşev Artêşa Tirkiyê dikeve bajarê Idlibê.
Li gor biryara “Herêmên Bêpevçûn” Tirkiye û Rûsya dikarin li ser navê welatên garantor, li Sûriyê leşkerên xwe bi cih bikin.
Ji fermandarên Artêşa Azad a Sûriyê Ziyad Hac Ubeyd ji Rûdawê re ragihand, bi mebesta pêkanîna ewlehiyê, leşkerên Tirkiyê ji bo ku têkevin Sûriyê li ser sînor in.
Ziyad Hac Ubeyd herwiha got: “Leşkerên Tirkiyê li aliyê din ê sînorê li hember deverên Harim û Etmeyê, li ser xakeke 30 kîlometre dirêj, bi cih bûne. Armanc ew e ku li gel Ehrar-uş Şam ewlehiyê pêk bînin.”
Rojnameya The Times: Leşkerên Tirkiyê dê li Idlibê asayîşê pêk bînin
Rojnameya Brîtanyayê The Times jî li gor nûçeya peyamnêrê xwe yê Rojhilata Navîn Richard Spencer diyar kiriye, ku leşkerên Tirkiyê li Idlibê dê asayîşê pêk bînin.
Du çavkaniyên ku ji rojnameyê re axivîne, destnîşan kirine ku artêşa Tirkiyê ji bo ewlehiya dijbereyên Sûriyê li bajarê Idlibê dê asayîşê pêk bînin.
Beriya meha Gulanê firokeyên şer ên Rûsya û Beşar Esed li dijî bajarê Idlibê êrîşên esmanî pêk dianîn.
Parêzgariya Hatayê: Ew agahî, ne rast in
Parêzgariya bajarê Hataya Tirkiyê ragihand, ku ev îdia ne rast in.
Di daxuyaniya nivîskî de wiha hatiye gotin:
“Daxuyaniyên ku li ser hin malperên bi zimanê erebî weşanê dikin û herwiha weke ku li ser medyaya civakî tê îdiakirin ku Artêşa Tirkiyê dê têkeve Idlibê, rastiyê nîşan nadin.
Daxuyaniyeke bi vî rengî jî ji aliyê parêzgariya me ve jî nayê belavkirin.”