13:02:52
Rojava News: Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallim got,hikûmeta welatê wî piştgiriya rêkeftina Astana ya derbarê deverên hêmin de dike û wê pabendî xalên wê be.
Di konfranseke çapemeniyê de Wezîrê Derve yê Sûriyê Welîd Muallim piştgiriya welatê xwe ji bo rêkeftinnameya Astanayê ya derberê deverên Hêmin de tekez kir û ragihand hikûmeta welatê wî dê pabendî xalên wê be.
Di bersiva pirsekê de, derbarê hebûna hikûmeta Sûriyê li deverên hêmin, Muallim diyar kir ku di rêkeftinnameyê de behsa hebûna leşkerî nehatiye kirin.
Welîd Muallim wiha got: "Di serî de, serweriya Sûriyê ne cihê gumanê ye. Heger em li wan deveran hebin an tunebin, serweriya Sûriyê rastiyeke li ser erdê. Me bidirêjahiya dema kirîzê ji bo serweriya welatê xwe şer kiriye û miletê me kêmê yekîtiya xwe wekî gel û xak qebûl nake. Lewma me piştgiriya rêkeftinnameyê wekî heyî kir û ew behsa hebûna leşkerî nake, lê xezmetguzariyên şarederî û gihandina alîkariyên mirovî hene."
Wezîrê derve yê Sûriyê îdia kir ku Amerîkayê DAIŞ û Nusra li Sûriyê damezirandin, lê niha helwesta Amerîkayê ji wan rêxistinan hatiye guhertin. Bi gotina Muelim, ji ber ku ev “rêxistinên terorîst” mezin bûn û ji bin bandora Amerîkayê derçûn, Amerîka êdî şerê wan dike.
Herwiha Muallim anî ziman: “Bêguman Amerîkayê DAIŞ çêkir û DAIŞ jî Cebhet el-Nusre çêkir. Em hemû vê dîrokê dizanin. Niha Amerîka ragihandiye ku ewlehitiya wê jinavbirina DAIŞê ye. Çima? Dibe ji ber ku ew mezin bûye û ji îradeya Amerîkayê derketiye."
Di civînên Astanayê de ku her du rojên 3 û 4ê Gulanê de li dar ketibû, her sê welatên garantor, Îran, Tirkiyê û Rûsyayê rêkeftinnameyek ji bo dameziramdina 4 deverên hêmin li Sûriyê îmze kiribûn. Li gor rêkeftinnameyê dê her sê welatên garantor hêzên xwe di navbera hêzên hikûmet û dijbeeya Sûriyê de bicîbikin.