Print this page

Li Ezazê Teqîn!

 

13:16:07

Rojava News: Sibeha îro yekşemê di encama teqînekê li dora bajare Izazê li gundewarê Bakûrî Helebê de kesekî jiyana xwe ji dest da û hejmarek birîndar ketin.

Li gorî jêderên xwecihî ku teqîn di depoyek çekan û avêjerên hawin de rûda bê ku sedema teqîne ta niha xuya bike.

Ji hêla xwe ve çalakvanan guman kirin ku teqîn di encama destnîşankirina depoyê bi mûşekan be, bê ku ti hêl ta niha vê agahiye tekez bikin.

Hêjayî gotine ye ku bajare Izaz di dema dawî de hejmarek teqîn lê rûdan bi tirimbêlên teqîner, û di encama wan de hejmarek sivîlan jiyana xwe ji dest dabûn.