Print this page

Hevbendiya Niştimanî girîngî dide aliyên piştgirî didin şoreşa Suriyê!

11:33:32

 

Rojava News: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê tekez kir ko ewê bi serpereştiya nû danûstandinê bi hemû aliyên siyasî û yên sivîl û yên leşkerî û saziyên jinan û yên xortan re bikin, bi amanca vegera karê dezgehî yê ko wê bi himêzkirina gel kartêkertir bibe.

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî Nezîr Elhekîm Elhekîm li baregehê emîndariya giştî li Istanbûlê diyar kir ku Hevbendiya Niştimanî bi armanca avakirina roleke resteqîn bi dezgehên şoreşê re stratejiyek daniye û bo amancên miletê Sûrî beşdarbûna endam û saziyên nû misoger dike.

Bal kêşand ser ku  Hevbendiya Niştimanî dê ji bo piştgiriya desteya bilind ya danûstandinan kar bike, û tekez kir ko herdu alî dev ji pirinsîbên şoreşa Sûrî bernadin tako bigihê desteya desthilatdar ya veguhêz bêyî Beşar û zilamên wî.

Elhekîm got: “divê Hevbendî bi şêweyekî aktîvtir vegere hindirê Sûrî, ji bo beşdariyê di qonaxa nûavakirina Sûriyê de bike.”

Emîndarê giştî yê Hevbendiya Niştimanî tekez kir ko “ew guhdan û giringiyek mezin didin mijara danûstandina bi hemû hêzên şoreşê re di riyên corbecor re, û endamên desteya siyasî rojane di civînên xwe de vê mijarê gotûbêj dikin.”

Ji aliyê xwe ve nûnerên partiya We’id tekez kir ko ewê piştgiriya plana Hevbendiya Niştimanî bikin di rêya çalakî û simînerên berdewam re li bajarê Xazî Entab ê  Tirkî, û diyar kirin ko ew partiyeke niştimanî ne û biryarên wê serbixwe ne û bi çi aliyan ve negirêdayî ye.