11:57:50
Rojava News. Cîgirê rojhilata navîn ê wezareta derve ya Amerîkayê di civîneke çapemeniyê de aşkera kir, hikûmeta Sûriyê bi hezaran kesên girtî li girtîxaneya Sîdnaya kuştine û termên wan di kûreya agirde şewitandiye.
Di civîna çapemeniyê de Stuart Jones ragehand: ‘’Di wê girtîxaneya ku 45 kîlometreyan dûrî paytext Şamê ye de, rojane 50 kes hatine kuştin û di beşek girtîxaneyê de kûreyek agir hatiye çêkirin, ku hemû belge bên veşartin û termên wan girtiyên hatine kuştin hatine şewitandin.
Wî berpirsê paye bilind ê Amerîkayê girte videoyek cîneyetên sala 2013ê yên rejîma Sûriyê belav kir û ragehand: ‘’Girêdayî nemana vê hikûmeta Beşar Esad a bi nirxên mirovahiyê û nirxên exlaqê pir zêdeye û bêguman dê karesatên waha berdewam be û ti baweriya me bi Beşar Esad tineye.’’