Print this page

Ji 2011a ta îro 3500 Kesên Felestînî Li Sûriyê Hatine Kuştin

 

12:38:09

Rojava News: Girûpa Kar Ji Bo Filestîniyên Sûriyê, di rapora xwe de ya ku vê dawiyê derketiye,  ji destpêka 2011 de hejmara qurbaniyên Felestînî ji kuştî û dorpêçkiriyan û girtiynên di zindanên rêjîmê de diyar kir

Di hemen raporê de hatiye diyarkirin ku; 3496 Felestînî  hatine kuştin, û 461 jin di nav wan de hene, her weha 195 penaberên filestînî jiyana xwe jidest dane ji encama kêmbûna xwarinê ji ber dorpêça ku rêjîmê li ser wan pêk aniye.

Û Girûpê di rapora xwe de got ku 1602 kesên Felestînî li şaxên ewlekarî yên Sûriyê girtîne, 99 jin jî di nav wan de hene.

Û rapora Girûpê destnîşan kir ku dorpêçkirina Kampa Yermêk ket roja xwe ya 1390î de, her weha birîna elektirîkê ji ser Kampa Deraayê ket roja xwe ya 1126an de, û li Kampa Yermûk ket roja xwe ya 977an de.

Û Girûpa mafnasî ya ku li Londonê bi cih dibe, û ew Girûpeke mafnasî ya ne bi ser ti desthilantan ve ye, di rapora xwe ya berî niha de ya derbarê kesên bi kotekî hatine binçav kirin bû, daxwaza "serbestberdana yekser ji wan re kir, û her weha daxwaza eşkerekirina çarenûsa bisdên felestîniyên çarenûsa wan nediyar e  ta roja amadekirina vê raporê" kir, û Girûpê got ku tiştê li girtîgehên rêjîmê pêk tê tewanên cengê ne bi hemi pîvanan.

Û li gor Girûpa Kar dibêje,  1600 penaberê Felestînî bi kotekî li zindanên esed hatine binçavkirin, û li gor rapêrên Netewên Yekbûyî , 450 hezar penaberên Felestînî li Sûriyê dijîn, 95% ji wan hewcedarî alîkariyên pizîşkî ne.