Print this page

Sûriyê îddiaya Amerikayê red kir!

12:21:40

 

Rojava News: Sûriyê red kir, ku tawanên şewitandina mirovan li zîndana Sêdnaya pêk anîbe.

Wezareta Derve ya Sûriyê di daxuyaniyekê de ragihand, gotinên Amerîka ku hikûmeta Sûriyê li zîndana Sêdnaya termên girtiyan dişewitîne, ji rastiyê dûr in.

Wezareta Derve ya Sûriyê herwiha got, dîmenên ku berpirsê amerîkî belav kiriye karekî Hollywoodî ye û tiştekî sivik e.

Duh Cîgirê Wezîrê Derve yê Amerîkayê ji bo karûbarên Rojhilata Nêzîk, Stuart Jones ragihandibû, ku hikûmeta Sûriyê Holokostek ji bo şewitandin û jinavbirina girtiyan li zîndana serbazî ya Sêdnaya li derveyî Şamê çêkiriye.

Stuart Jones gotibû, ew bawer in li paytexta Sûriyê bajarê Şamê li girtîgeha ku 45 xulek ji paytextê dûr e, rojane li derdora 50 kesan têne kuştin.

Jones herwiha dabû xuyakirin, ku armanc ji wî karî jinavbirina termê bi hezaran girtiyên zîndana Sêdnaya ye.