13:35:31
Rojava News: Hat ragihandin ku 2 leşkerên Artêşa Pasdarên Şoreşê ya Îranê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.
Li gorî nûçeya AAyê ku dispêrê nûçeya ÎRNAyê ku ajansa fermî ya Îranê ye, du leşkerên ji Tûxaya Zeynebiyûna li ser Pasdarên Şoreşê li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatin kuştin.
Ajansa ÎRNAyê di nûçeya xwe de ragihandiye ku navê leşkeran Seyîd Sacîd û Seyîd Nakî Şah û cenazeyê wan şandine bajarê wan ê Qûmê.
Ev şeş sal in li Sûriyeyê şerê navxweyî diqeqime û hikûmeta Îranê jî piştgiriya leşkerî dide rêvebiriya Beşar Esad. Heta niha general û serbazên bilind jî di nav de zêdetirî hezar leşkerên îranî li Sûriyeyê di şer û pevçûnan de hatine kuştin.