13:10:07
Rojava News: Wezîrê Parastinê yê DYAyê James Mattisî êrîşa hevpeyamana navdewletî ya DYAyê pêşengiya wê dike li ser Sûriyeyê nirxand.
Mattîsî diyar kir ku êrîşa hewayî li dijî artêşa Sûriyeyê nayê wê wateyê ku "rola DYAyê li Sûriyeyê zêde bûye" û wiha dewam kir: "Lê em dê hêzên xwe biparêzin. Ev jî hemleyeke wiha ye ku bi zêdeyî ji bo hêzên DYAyê hatiye damezirandin. Eger gavên êrîşkar li dijî me bên avêtin, em ê xwe biparêzin."
Hêzên Hevpeymanê îdîa kiribû ku navgînên artêşa Sûriyeyê ketine 'herêmên bêşer" û êrîş li dijî wan pêk anîbûn.