Rojava News: Li suriye ji grubên li himber DAİŞê şer dike Fermandarê Lîwayê El Baz Mehmud Hecî Hesen got; “DAİŞ di nava xwe de gelek nakok bûye, û dibê ku di demeke nêzîk de ji çolwarê bakûrê Helebê derkevê”
Mehmud Hecî Hesen li Suriye fermandariya dezgeha hevpeymaniya li dijî DAİŞê dike û ji Al Jazeera re daxuyand ; heta niha nêzîkî 150 gûnd û bakarok yên ku nişteciyên wê Tirkmenin dibin kontrola DAİŞêde ne, lê ev dû meh û nîvin nakokiyê mezin di nava rêxistinê de têne jiyankirin.
Hesen got; Şekdarên Rêxistina terörîstî ji nav çûn, û aniha li suriye hêjmara çekdarê biyanî yê DAİŞê kêm bûne. Gelek kes di ser sînora re direvin, ji ber ku di nav rêxistinê de gelek kes têne infazkirin, gulebarankirin.
Li gor wî fermendrî eger DAİŞ ji Suriye derkevê dê gelê Suriye vegerê şunwarê xwe.
Li gor pêşbîniya Mehmud Hecî Hesen; Rêxistina DAİŞê herî zêde çnd mehêdin karê bidomê, êdî DAİŞ temenê xwe dagirt.
Wek tê zanîn li Suriye destpêkê Raqqa, naven û derdora Deyrezorê, hin gund û bajarokê Hesekî, Bakurê helebê Munbîce, Tel Abyat, El Bab, Cerablus, Çobanbey dibin konrola DİŞê de ne.