Print this page

Şoygu: Em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan terorîstan de çekên kîmyewî hene

12:52:57

 

Rojava News: Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe de destnîşan kir ku em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan rêxistina terorîst de çekên kîmyewî hene.

Wezîrê Parastin ê Rûsyayê Sergey Şoygu di axaftina xwe ya civîna Konseya Federasyona hikûmetê de destnîşan kir ku em dizanin li Sûriyeyê di destê kîjan rêxistina terorîst de çekên kîmyewî hene.

Sergey Şoygu di axaftina xwe de got: "Di destê DAIŞ û Fetih El Şamê (El Nûsra) de jî çekên kîmyewî hene. Eseh em dizanin ev li kur û di destê kê de ne. Ma gerentiyek heye ku sibê ev çek neçin welatekî din?"

Şoygu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Me fîlmên ku ji bo bikaranîna çekên kîmyewî yên li Sûriyeyê hatine kişandin vekolandin. Hevpeyvîn û fîlmên ku li ser bikaranîna çekên kîmyewî yên Sûriyeyê hatine kişandin hemû çêkirî ne û di vî warî de jî em qanih bûne."