Print this page

Firokeyên şer careke din vedigerin firokxaneya ku Amerîka lêdabû

07:56:54

 

Rojava News: Rêjîma Sûriyê firokeyên xwe yên şer careke din veguhastin binkeya Şueyrat a leşkerî û di demeke nêzîk de dê dest bi kar bikin.

Li gor hin berpirsên Amerîkî, artêşa Sûriyê firokeyên xwe yên şer careke din vediguhêze binkeya Şueyrat a leşkerî li başûrê Humsê ya ku di meha Nîsanê de ji aliyê Amerîkayê ve hatibû bombebarankirin û di demeke nêzîk de dê dest bi firînê bikin.

Roja 4 Nîsanê, gundê Xan Şêxon û hin deverine din ji Idlibê bi çekê kîmawî (Gaza Sarîn û Klorê) hate bombebarankirin. Di encamê de bêhtir ji 100 kesî canê xwe jidest dan û bêhrir ji 400 kesên din jî birîndar û tûşî bihntengiyê bûn.

Amerîka ku rêjîma Esed bi wê komkujiyê tuhmetbar dike, roja 7 Nîsanê, bi fermana Serokê Amerîka Donald Trump, Amerîka bi 59 mûşekên Tomahok êrîşî firokxaneya Şuayrat ya li parêzgeha Humsê kir.

Opozîsyona Sûriyê ragihand, ku piştî êrîşa Amerîkayê li ser bingeha Şuayratê, rêjîma Sûriyê firokeyên xwe yên şer veguhestibûn bingeha Himêmîm ji bo wan ji êrîşan biparêze.