09:10:31
Rojava news: Hat ragihandin ku milîtanên rêxistina terorîst a DAIŞê bi moşekan êrişî bajarê Ezeza Sûriyeyê kirin.
Li gorî zanyariyên ku ji çavkaniyên herêmî hatine wergirtin di êrişa bombeyî de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Rêxistina terorîst a DAIŞê şevê din bi moşekan êrişî bajarê Ezeza ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad (ASA) de ye kir. Li gorî amareyên destpêkê di êrişê de herî kêm 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn. Piştî êrişê di xeta sînor de rewşa lezgîn hat ragihandin û birîndarên teqînê rakirin nexweşxaneyên herêmê.