15:47:45
Rojava News: Piştî çend hewldanên binketî koçberên ji Reqayê karîbû ji Reqayê birevin û derbasî gundewarên Rojava bibin, ew jî piştî meşeke dirêj û dûr li ser piyan ta ku gêhiştin herêmên jêr kontrola HSDê.
Li gor vê malbatê ku derketina ji Reqayê wek reva ji mirinê ber bi mirineke pêşbîn e li ser riya koçberiyê, ji ber ku çekdarên DAIŞê derketina wan qedexe dikin, ta ku wan wek mertalên mirovî ji xwe re bikar bînin, loma wan bi sekvanan armanc dikin.
Li gor serjimêrên ne fermî ku hejmara koçberan gihîştiye nêzî 100 hezar koçberî, li gundewarên Reqayê belav dikin û hin li kampa Eyn Îsayê bi cih dibin û konên din ku taybet ji aliyê HSDê ve hatin amadekirin, her wiha rola rêxistinên mirovahî qet tune ye û rewşa jiyanê jî gelek dijwar e.